• Thursday, 26 February 2026
logo

Aydin Merûf: Kursiyên kota yên pêkhateyan bi yasa hatiye rêxistin kirin û piştevanê proseya siyasî û demokratîk e

Gulan Media November 23, 2021 Nûçe
Aydin Merûf: Kursiyên kota yên pêkhateyan bi yasa hatiye rêxistin kirin û piştevanê proseya siyasî û demokratîk e

Duh 

22.11.2021ê Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Merûf di civîneke çapemeniyê de behsa beşa pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê kir.

Wezîrê Herêmê yê Karûbarê Pêkhateyan got: ‘’Diyare hin alî projeyekî wan heye ji bo kêm kirina kota li Parlamentoya Kurdistanê, ez dixwazim vê bibêjim hebûna kursiyên kotaya pêkhateyan hemû demekî piştevaniye li pêkvejiyan û proseya siyasî ya herêma Kurdistanê û giringe hemû aliyên Kurdistanê piştevaniyê li hebûna pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê û beşdariya wan a proseya siyasî bikin.’’

Aydin Merûf amaje bi wê yekê jî kir ku hebûna pêkhateyan ti demekî ne metirsiye li ser ti aliyekî û dema borî de jî temamkerê demokrasî û piştevanê proseya siyasî û pêkvejiyana netewan û olan bûye li herêma Kurdistanê.

Wezîrê Herêmê yê Karûbarên Pêkhateyan diyar kir, teqezî li hebûna kursiyên kota ya pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistan kir û got: ‘’Em dizanin kursiyên kota yên pêkhateyan bi yasa hatiye rêxistin kirin, ku nûnerên pêkhateyan bê cudayî li Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bibin.’’

Aydin Merûf teqez kir ku naha kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ji hemû demekî zêdetir piştevaniyê li pêkhateyan dike, ev yek jî ji bo demokrasî û mafê mirovan li herêma Kurdistanê giring e.

Aydin Merûf got, ‘’Nabe meseleya pêkhateyan bikin meseleya siyasî û fişar lê bikin. Vê derê de dubare dikim ku beşdariya pêkhateyan li parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê de piştevaniye li proseya siyasî û demokrasiyê li herêma Kurdistanê. Herwaha piştevaniya li mijarên niştimanî bo çareseriya pirsgirêkan li herêma Kurdistanê.

 

Basnes

Top