• Thursday, 26 February 2026
logo

Wezîra Derve ya Swêdê gihîşte Hewlêrê

Gulan Media November 23, 2021 Nûçe
Wezîra Derve ya Swêdê gihîşte Hewlêrê

 Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde gihîşte Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Ann Linde piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Îro Ann Linde li Bexdayê bû û ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand: “Hikûmeta Swêdê hikûmeta Iraqê han dide ji bo encamdana çaksaziyan di warê aborî û hemû aliyê de ji bo seqamgîriya Iraqê. Herwiha em pabend in bi piştevanîkirina Iraqê di mijara rûbirûbûna DAIŞ û terorê de.”

Linde destnîşan kir: “Swêd piştevaniya Iraqê dike ji bo parastina sînorên wê û pêşvebirina pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewropayê.”

Top