• Thursday, 26 February 2026
logo

Derbeke din li Erdogan ket û bêhêvî bû

Gulan Media November 21, 2021 Nûçe
Derbeke din li Erdogan ket û bêhêvî bû

ti partiyek daxwaza erdogan qebûl nake.
Partiya Seadetê daxwaza wî red kiriye.

Serokê partiya Seadetê Temel Keremolaoglû ragihand ku di dema hevdîtina xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKPê Receb Teyyib Erdogan de, daxwazeke girîng ya Erdogan red kiriye.

Keremolaoglû eşkere kir ku, di civînê de Erdogan bi cidî daxwaz jê kiriye daku partiya Seadetê jî bibe endamê hevpeymaniya AKP û MHP lê partiya wan ev daxwaza Erdogan red kiriye.

Nav hatî diyar kiriye ku heta sîstema desthilatdariya Tirkiyeyê Serokatî be, ev ne amadene hevpeymanî li gel AKP û MHP bikin.

Weke tê zanîn ev demêke ku jiber dabezîna gelek zêde ya dengên AKP û MHPê, Erdogan hewl dide partiyên din bixe nava hevpeymaniya xwe de lê ti partiyek ne amadeye daxwaza Erdogan qebûl bike.

Top