Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka civiyan
Beriya bi demekê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin dest pê kir.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka li perwîza “Diyaloga Mename 2021” ye û tê de guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û rewşa herêmê de tên kirin.
Herwiha biryar e, îro jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn li Koşka Sipî Bret McGurk re dicive.
