• Thursday, 26 February 2026
logo

Dirêjtirîn pir li Kurdistanê hat vekirin

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Dirêjtirîn pir li Kurdistanê hat vekirin

dirêjahiya pirê 928 metreye.
Li ser rêya navbera Hewlêr û Dihukê ye.

Îro sêşem dirêjtirîn pir li Kurdistanê hate vekirin.

Ev pira han yaku li ser rûbarê zêya mezin hatiye çêkirin, di navbera Hewlêr û Dihukê deye.

Di merasîma vekirinê de wezîrê nîştecîhkirin û awedankirinê beşdar bû û ragihand ku armanca hikûmeta Kurdistanê ji vekirina pira han û çend projeyên din yên di warê hatûçûyê de parastina selametiya welatiyane.

Dirêjahiya pirê 928 metreye, 43 miliyar dînar têçûya çê kirina pirê ye. di saya pira han de rêya du seatan bo seatek û 10 deqîqeyan hatiye kurtkirin.

Weke tê zanîn ev projeya han beriya niha hatibû ragirtin lê kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê dîsa dest bi projeya han kir û îro jî bi temamî hate vekirin.

 

 

Top