• Thursday, 26 February 2026
logo

Beştaş: Dijminatiya zimanê Kurdî li her derê her diçe zêde dibe

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Beştaş: Dijminatiya zimanê Kurdî li her derê her diçe zêde dibe

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş derbarê biryara Şaredariya Keçiorenê ya betalkirina konsera hunermendê Kurd Mem Ararat de nerazîbûn nîşan da û got: “Li seranserê Tirkiyê dijminatiya zimanê Kurdî li her derê her diçe zêde dibe.”

Biryar bû roja 4ê Kanûna 2021an hunermendê Kurd Mem Arart li navçeya Keçioren a Enqerê konserekê saz bike û têde stranên Kurdî bibêje, lê belê şeva Duşemê 15ê Mijdarê hunemrend Mem Ararat ragihand ku Şaredariya Keçiorenê bi biryarekê ew konser betal kiriye.

Mem Ararat derbarê betalkirina konserê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku berpirsên Şaredariya Keçiorenê wek sedema belatkirinê ji wan re gotine: “Me nizanîbû di konserê de wê stranên Kurdî bên gotin. Wek şaredariya Keçiorenê em destûrê nadin vê konserê. Ji ber vê yekê bi awayekî yekalî em vê girêbesta di navbera xwe de betal dikin.”

Li ser vê yekê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş bertek nîşan da û nerazîbûna partiya xwe li hember biryara Şaredariya Keçiorenê diyar kir û ragihand, “Li seranserê Tirkiyê dijminatiya zimanê Kurdî li her derê her diçe zêde dibe.”

Meral Daniş Beştaş roja Sêşemê 16ê Mijdara 2021an li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mijarê de axivî û got, “Konsera hunermendê Kurd Mem Ararat ku dê 4ê Berfanbara 2021ê li hola Navenda Çandê ya Neşet Ertaş bihata kirin bi hinceta ku dê stranên Kurdî bên gotin ji aliyê Şaredariya Keçiorenê ya Enqerê ve hatiye betal kirin. Zelal e ku dijminatiya dijî Kurdan, zimanê Kurdî li hemû Tirkiyê belav dibe û berdewam e. Diyar e vê helwestê wêrektiya xwe ji kesên ku ji zimanê Kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ wergirtiye.”

Piştî biryara Şaredariya Keçioren a Enqerê, gelek kesan bi taybet xelkê Bakurê Kurdistanê li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dan. Li ser wan nerazîbûnan Şaradariya Keçiorenê doh Sêşemî 16ê Mijdara 2021an daxuyaniyek belav kir.

Şaredariyê ew daxuyanî bi sernavê “Kurd û Tirk bira ne, kesê cihêkariyê bike bêbext e” belav kir û ragihand “Armanca wan gotinên ku dibêjin şaredariya Keçiorenê rê bi konserta Kurdî nedaye ew e ku rewşê provake bikin û welat tevlîhev bikin. Xiyaneta wan kesan e ku dixwazin welatê me wek Iraq, Sûriye û Lîbyayê lê bikin.”

Şaredariyê di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî daye ku ji bo wê konsertê belgeyên pêwîst ji wan re nehatine pêşkêşkirin û dibêje: “Şaredariya me tevî vê yekê ji bo temamkirina wan belgeyan 20 roj dem daye, lê ev belge di dema xwe de bo şaredariya me nehatin dayîn.”

Şaredarî dibêje: “Nîşandana vê rewşê wek ku şaredariyê rê bi konserta Kurdî nedabe, nîyeteke xirab e. Li Keçiorenê bi sedan welatiyên me yên Kurd û Tirk bi hev re dijîn.”

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek caran rê bi şano, konsert û çalakiyên hunermendên Kurd nayê dayîn. Herî dawî rê bi lîstika "Bêrû" ya koma şanoyê ya Teatra Jiyana Nû ku biryar bû li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bê kirin, nehatibû dayîn.

 

Rudaw

Top