• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Mihemed Helbûsî kir

Gulan Media November 17, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Mihemed Helbûsî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 16ê Mijdara 2021ê di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî kir ji ber koça dawî ya apê wî Munzir Helbûsî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihande Serokê Hevpeymaniya Teqedum û malbata wî û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin bi bihişta xwe şand bike û aramî bide kesûkar û malbata wan.

Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re nîşan da.

 

K24

Top