• Thursday, 26 February 2026
logo

Fermandarekî Îraqî hate kuştin

Gulan Media November 15, 2021 Nûçe
Fermandarekî Îraqî hate kuştin

li Enbarê ji aliyê çekdarên nenas ve hatiye kuştin.
Li Enbarê di encama êrîşekê de hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Îraqê, îro duşem di encama êrîşeke çekdarên nenas li nahiyeya Nexîl ya li Parêzgeha Enbarê de, Cîgirê Fermandarê giştî yê Fermandariya operasiyonên Kerbelayê Heyder Husênawî hatiye kuştin.

Heta niha derbarê êrîşkaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin lê hatiye diyarkirin ku dema Husênawî xwestiye ji ser pîwerdariya xwe vegere malê, rastî êrîşê hatiye û hatiye kuştin.

Top