• Thursday, 26 February 2026
logo

Wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa sînorê Belarus-Polandê dicivin

Gulan Media November 15, 2021 Nûçe
Wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê derbarê rewşa sînorê Belarus-Polandê dicivin

Wezîrên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dicivin, û plana wan heye ku sizayên tund li ser Belarusê bisepînin.

Sizayên vê carê, ne tenê Lukashenko û berpirsên din ên Belarusê dikine armanc, lê belê hêla esmanî ya wî welatî û ew ajansên geştyariyê ku destê wan di kombûna koçberan de li ser sînor heye, ji van sizayan bê beş nabin.

Ursula von der Leyen, Seroka Komisyona Ewropayê dibêje, “Em ê sizayên xwe li ser Belarusê, gelekî bilez zêde bikin. Herwiha bi min hate ragihandin, Amerîka jî, sizayên xwe amade kirine, ku destpêka Berfanbarê dikevine warê cîbicîkirinê. Sizayên Ewropa, ne tenê li ser kesayetiyan in, lê belê dezgehan jî li xwe digirin.”

Yekîtiya Ewropayê heta niha çar pakêcên sizayan, li ser Belarusê sepandine, ew jî li beramber wê siyaseta ku hikûmeta Lukashenko peyrew dike.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, rojekê berî wê civînê, ligel Wezîrê Derve yê Belarusê axivî, û piştre bi rêya Twîtterê ragihand ku wan bi hev re behsa rewşa mirovî ya xirab kiriye ku li ser sînorê Belarus û welatên endam di Yekîtiya Ewrpoayê de heye.

Josép Borrell dibêje, ew rewşa niha ku li ser sînor heye, divê bidawî bê nabe xelk weke çekan bêne bikaranîn.

Derbarê vê pakêca nû ya sizayan Borrell got, çend hêlên esmanî û ajansên geştyariyê pişk û pereyên wan li nav Yekîtiya Ewropayê têne sirrkirin, 30 berpirsên Belarusê ku destên wan di wê krîzê de heye, siza wan li xwe digirin.

Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Almanyayê dibêje: “Bi têgihiştina min, kêşe ne Polenda ye, kêşe Lukashenko, Belarus û rejîma wê ye. Lewma Polenda di vê rewşê de, hêjayî wê yekê ye ku Yekîtiya Ewropayê ligel wê hevsoz be.”

Alexander Lukashenko, piştî hilbijartina serokatiya wî, sala bûrî, li beramber serederiya tund ligel xwepêşanderan û guherîna rêya geşteke esmanî, bi armanca girtina rojnamevanekî rexnegir, 4 gerên sizayan li ser hatin sepandin.

Aniha, bi hezaran koçber li ser sînorê Belarus û Polendayê asê mane, piraniya welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de dibêjin, tiştê li wî sînorî tê dîtin, planeke Belarus ye, ku Rûsya jî piştgiriya wê dike, bi mebesta dirustkirina kêşeyê ji bo wê hevpeymaniya Ewropî, lewma jî divê bersiva wan ji Lukashenko re hebe.

 

Rudaw

Top