Li Çînê duyemîn bilindtirîn otêla di Cîhanê de vebû
Li Çînê duyem avahiya herî bilind li bajarê Şenghay ku hotêl e hate vekirin. Avahî ji 128 qetan pêk tê, têde 7 xwaringeh hatine vekirin.
Li bajarê Shanghai yê Çînê avahiyeke ji 128 qatan pêk tê ku,duyemîn bilindtirîn burcê Cîhanê ye, piştî Burcê Xelîfe li Îmaratê vebû.
Beşek ji wê avahiyê burcî Otêl e û bi J Otêl tê naskirin û ji 19ê meha borî ve hatiye vekirin. Ji 86e mîn qat otêl dest pê dike.
Kesên diçin wê Otêlê, li vê bilindahiyê, Shanghai bi temamî dibînin. Hindir jî bi awayekî hatiye çêkirin, da ku geştiyar bikaribin ne aliyekî tenê, herwiha hemû bajarê Shanghai bibînin, bi rêya teknelojiyaya 360 pile.
Rêveberê Giştî yê J Otêlê Richard Yap dibêje: “Em li vir xizmetguzariya çavê helo pêşkêş dikin, da ku xelk bikaribin Shanghai bi temamî bibînin, ne ji aliyekî tenê ve, lê ji hemû aliyan ve.”
Otêl ji 165 odeyan pêk tê, hola sereke di qatê 101ê de ye û bi giştî 7 xwaringeh û bar tê de hene.
Xwaringeha Jîn an Xuwaringeha bilind a ku di Burcê Shanghai de ye, li qatê 103ê ye, keresteyên nav vê xwaringehê ji Kultûrê Çînê û bi destan taybtî bo wê xwaringehê hatine çêkirin.
Bi giştî xwaringeh klasîkî ye û ji kultûrê Çînê ye.
Richard Yap herwiha got: “Hestekî niştimanî mezin e bo min ku ez beşekim ji vê projeyê, li vir kultûreke mezin a Çînî heye, peyameke bi hêz li vir heye.”
6 xwaringeh û bareke din di vê Otêlê de hene, yek ji wan Xwaringeha Çînê ye, ku di qatê 120an de ye.
Li nav her beşek otelê de melevangeh , odeya rûniştin û cihê taybet bo temaşekirina li dîmenên Shanghai heye û her rojekê çayeke taybet a Çînî bo mêvan û geştyaran tê amadekirin.
Odeya herî erzan a Otêlê digihêjae 5 hezar û 577 dolar bo şevekê, herwiha odeya biha nirxê wê digihêje zêdeyî 10 hezar dolaran.
Rudaw
