Li Rojavayê Kurdistanê kuçikên beredayî dibin sedema metirsiyê
Li Rojavayê Kurdistanê kuçikên beredayî û har zêde bûne û metirsî li ser jiyana xelkê çê dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê di nav kolanên bajaran de, seg metirsîyê li ser jiyana xelkê çê dikin. Di 6 mehên destpêka îsal de, segan bi hezar 200 kesan girtine û li nexweşxaneyan hatine dermankirin.
Li gor texmînan, tenê li nav Qamişlo 700 kuçikên berdayî hene û tê pêşbînîkirin ku hejmar zêdetir jî bibe.
Nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Qamişlo ragihand ku di şeş mehên destpêkê ji sala 2021, hezar 202 kes ku rastî devlêkirina kuçikan li Qamişlo û Hesekê hatine serdana wan kirine, pizîşkên ajelan jî hişyariyê derbarê nebûna dermanan de didin û behsa metirsiya zêdebûna hejmara wan segan dikin.
Beytar Imad Xelef dibêje: “Zayîna segan ne wek a tu ajelan e, her du mehan dizê û rêjeya cêwîbûnê jî zêde ye û bi kêmanî 9 heta 11 cewrîkan tînin. Jîngeh li vir jê re baş e, zibla malan ku ji şev heya sibê li ser cadeyan datînin dibe xwarin jê re û dibe sedem ku ji derveya bajêr bên hundirê bajêrê”
Ji bo komkirina wan kuçikan, kesayetên ajeldost, Komeleya Lawir û Rêxistina Pêl pirojeyek pêşkêşî şaredariya bajarê Qamişlo kirin, ku li gor wê projeyê navendeke hewandinê tê avakirin, zêdetir ji 2 hezar kuçik tê de tên bicîkirin, nêr û mê jî ji hev tên cûdakirin daku hejmara wan rawest e. Şaredariya Qamişlo jî ew piroje xistiye destê Rêveberiya Xweser de.
Şêwirmendê jîngehê di şaredariya Rêveberiya Xweser de Ala Hibo jî dibêje: “Li vir ji van kuçikên nexweş re dê wek navenda çareserkirinê çê bibe. Nêr û mê ji hev bêne cûdakirin.”
Pêwistiya vê pirojeyê bi derdora 30 hezar dolarê Amrîkî heye ku hêj budçeya pêwîst jêre nehatiye veqetandin, lê desteya tenduristiyê xwe daye ber dabînkirina dermanan û xwarin jî, ji bazarên goşt bên danhev daku rê li ber belavbûna zêdetir ya kuçikan bê girtin.
Rudaw
