YPG: 7 leşkerên hêza taybet a Tirk hatin kuştin
Nûçegihanê Kurdistan 24 li Efrînê, Şer û pevçûn di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê û çekdarên artêşa azad de li gundên Qeretebe û Qerteqlaq yên Efrînê berdewam in, û Artêşa Tirkiyê ew gund û gundên Meryemîn topbaran kir.
Ji aliyekî din ve medya nêzîkî YPGê belav kirin e ku, di operasyonekî de li gundê Metîna yê nahiya Şira, şervanên wan 7 endamên hêza taybet yên artêşa Tirkiyê kuştin e.
K24
