Nêçîrvan Barzanî û Ebadî şandina mûçeyên fermanberan gotûbêj dikin
Sefîn Dizeyî ji Kurdistan24ê re got: "Hefteya derbasbûyî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêwendiyeke telefonî encam dan, di wê pêwendiyê de, gotûbêj di çarçoveya vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyên fermanberan de bûn".
Dizeyî got jî: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li biryara Ebadî dike ku hefteya dahatî mûçeyên beşek ji fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne".
Berî niha jî, di çarçoveya konfiransa Ewlehiya cîhanê de li Munchenê roja 17/2/2018an, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan û kêşeyên di Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin, piştî bidawîbûna wê civînê, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, Mesrûr Barzanî ragihand, ku Heyder Ebadî soza çarekirina kêşeyan daye.
Ev yek di demekê de ye, di dawîn daxuyaniyên xwe de, Ebadî ragihand ku berî hatina cejna Newrozê, ewê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, lê heya niha Hikûmeta Iraqê ti zelalkirinek derbarê dema şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê nedaye, piraniya welatiyên Herêma Kurdistanê, ji sozên Ebadî bêhêvî bûne.
K24
