Artêşa Tirkiyê: Cindirês bi temamî hat kontrolkirin
Ajansa nûçeyan ya fermî ya Tirkiyê, ew nûçe ji ser zimanê jêderekî serbazî di nav artêşa Tirkiyê de belav kir.
Li ser wê yekê, Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku şevê din, bajarokê Cindirês, rastî êrîşeke tund ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat û bi top û firokeyan ew bajarok hat bordûmankirin.
Riwangehê diyar kir, ku ji herdu mihwerên Cindirês û Şera ve li rojavayê Efrînê, hêzên YPG û HSD ketin ber êrîşên tund yên artêşa Tirkiyê de û şerekî dijwar destpê kir.
Herwiha li gorî zanyariyên Riwangehê, 17 serbaz û çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi destê şervanên YPGê hatin kuştin. Bi wê yekê jî, hejmara serbazên kuştî yên artêşa Tirkiyê gihişte 68 serbazan.
Her derbarê ziyanên şer, ajansa Hawar ya nêzîkî PYD, belav kir, ku li gorî amarên HSDê, ji destpêka şer ve û heya niha 283 şervanên Kurd û 1588 çekdar û serbazên Tirkiyê hatine kuştin û du hêlîkopterên serbazî û du firokeyên çavdêriyê yên Tirkiyê hatine xistin û 96 zirîpoş û tank hatine teqandin û 32 din hatin têkbirin.
Derbarê ziyanên canî di nav welatiyan de, HSD eşkere kir, ku heya niha 227 welatî ku 32 ji wan zarok in û 28 ji wan jin in, canê xwe ji dest dane û 651 welatiyên din birîndar bûne. Ku 87ji wan zarok in û 93ji wan jin in.
K24
