Fransa daxwaz ji Tirkiyê dike êrîşa li ser Efrînê rawestîn e
Wezîrê Derve yê Fransayê herweha got, daxwaza rawestandina şer ji bo hemû aliyan e. Ji bo tevayiya Sûriyê ye, û biryara agirbestê Efrînê jî li xwe digre.
Jean-Yves Le Drian amaje bi wê yekê jî kir, Fransa çendîn caran ev yek ji berpirsên Tirkiyê re gotiye. Herweha dilgiraniya Fransa ji encamdan a êrîşa li ser Kurdan li Efrînê gihandiye Enqerê û ji wan xwestiye êrîşê rawestîn e.
K24
