• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ebadî: Berî Newrozê emê firîngehên Kurdistanê vekin û mûçeyan bidin

Ebadî: Berî Newrozê emê firîngehên Kurdistanê vekin û mûçeyan bidin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kongirê rojnamevanî yê heftane de, ragihand ku berî hatina cejna Newrozê, wê Bexda mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne û firîngehên Herêma Kurdistan wê bên vekirin.

Ebadî diyar kir, ku ew hemû bizavên xwe dikin, daku pirsa dayina mûçeyan û vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de çare bikin û got: "Me komîte şandin Herêma Kurdistanê daku, hûrbîniyê di lîstên fermanberan de bikin, berî niha fermanberên Herêma Kurdistanê ji yên Iraqê hatibûn veqetandin, ti zaniyariyên me li ser wan û hejmara wan tine bûn".

Ebadî diyar kir, ku sîstema dayina mûçeyan li Herêma Kurdistanê ne wek ya Iraqê bû, lewra wan hûrbînî di van waran de kir û got: "Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hûrbîniyê di lîstên fermanberên xwe de dike, daku rê li ber wergirtina du mûçeyan ji aliyê yek fermanberî ve bigire û ev yek cihê kêfxweşiya min e".

Serokwezîrê Iraqê got jî: "Em dixwazin hemû fermanberên Iraq û Herêma Kurdistanê bi yek sîstemê ve girêdin, me hûrbînî di lîstên xwe de jî kirin û me gellek fermanberên Iraqî yên ku du mûçe werdigirtin yan jî bi awayekî neyasayî mûçeyê xanenişîniyê werdigirtin, me navên wan ji lîstên mûçeyan derxistin û wê lêpirsîn li gel wan bê kirin".

Herweiha Ebadî got: "Hûrbînî di lîstên fermanberan de wê berdewam be û ev yek karekî û kedeke mezin dixwaze, lê karê ku heya niha hatiye kirin, rê xweş dike ku em di demeke nêzîk de mûçeyan bişînin".

Basnews
Top