HPG’ê: Li Îdirê 8 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ev çalakî di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger de li dar xistine ya ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê di 6’ê Adarê saet di 01:30’an de ev çalakî li nêzî Deriyê Sînor ê Dilucu ya Îdirê hatiye kirin.
HPG’ê got “Li dijî wesayîteke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê çalakiyek hatiye lidarxistin. Hêzên me bi çekên ferdî li vê wesayîtê dane û ev wesayît ji binî ve îmha bûye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 8 leşker mirin.”
HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiyê kûleyên leşkerî xwestine mudaxeleyî çalakiyê bikin û ev kûle jî bûne hedefa gerîlayan. HPG’ê got ku, di vê çalakiya li dijî kûleyan de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.”
