Tirkiye ji bo operasyona Efrînê bersiva Pentegonê dide
Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy da xuyakirin, Peyvdarê Pentagonê gotinên xwe yên vala berdewam kirine. Got jî, civîna yekemîn ya di navbera şanda Amerîka û Tirkiyê de 8-9ê vê mehê li Washingtonê tê kirin û mijarên Sûriye û Minbicê dê werin rojevê.
Her weha Hamî Aksoy amaje bi wê jî kir, tiştê Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze diyar e, ew jî çekên ku dane YPG ji wan bistîne.
Peyvdarê Pentagonê kolonel Robert Manning di konferanseke rojnamevanî de ragihand, operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, operasyona wan a li rojhilatê çemê Ferêt ya li dijî DAIŞê rawestandiye.
Artêşa Tirkiyê ji 20 Çileya 2018an ve ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê kir, YPG, YPJ û HSDê jî girîngiyê didin rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û berevaniya di ber Efrînê de, fermandarên Amerîkî jî dibêjin, operasyona Tirkiyê girîngiya li ser şerê DAIŞê têk daye.
K24
