• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ebadî soz dide û Kurd dijmêrin!

Ebadî soz dide û Kurd dijmêrin!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî careke din soza şandina meaşê fermanberên wezarên Perwerde û Tendirûstî yên Herêma Kurdistanê daye û bo vê mebestê jî demeke nû diyar kiriye. Kurd jî li benda cîbicîhkirina wan soza ne.



Derbarê sozên Ebadî de, Serokê Fraksyona Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Emîn Bekir ji Rûdawê re got: “Nûnerên UNESCOyê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotine, eger ji vêna zêdetir şandina meaş paş bixe, wê demê xwendina îsal li piraniya navçeyên parêzgeha Silêmaniyê têk diçe.”



Li gor Emîn Bekir, Ebadî soz daye berî roja 15ê Adara 2018ê meaşê fermanberên wezaretên Perwerde û Tendirûstî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne. Wek Emîn Bekir dibêje, şandina meaşê wan herdu wezaretan tenê maye li ser dîtina mekanîzmayekê.



Bekir wiha axifî: “Hikûmeta Iraqê dixwaze meaş bi rêya parêzgehan bişîne, lê em bawer nakin hikûmeta Herêma Kurdistanê vêna qebûl bike, ji ber bandore li qewareya Herêma Kurdistanê dike. Loma baştirîn bijarde bo herdu hikûmetan ew e ku hikûmeta navendî meaş bişîne wezaretên hikûmeta Kurdistanê.”



Li ser heman mijarê Parlamenterê Tevgera Goran Mesûd Heyder jî wiha dibêje: “Ebadî di civîna hersê serokatiyên Iraqê de ji nûnerên Kurd re got ku meaşê sê mehan ê herdu wezaretên perwerde û tendirûstî li ber dest e û berî 15ê Adara 2018ê dişîne.”



Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîn û preskonferansan de çendîn car soz daye ku meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê dişîne û çendîn car heman soz daye nûnerên Kurd ên li Bexdayê, lê heta niha tenê gotin e û yek ji wan sozên xwe neaniye cih.

Rudaw
Top