Hemwelatiyên Iraqê Ebadî dan ber pêlavan!
Piştî teqîna bi xwîn ya Kerade ya Bexdayê serokwezîrê Iraqê bi karvanek leşkerî ve çû cîhê bûyerê û hemwelatiyan jî Ebadî û hikûmet ji ber hemû teqîn û xwînrêjiya li welat wek sedem dîtin û şermizar kirin.
Hemwelatiyên navçeya Kerade rê nedan Heyder Ebadî biçe navçeyê û bi kevir û pêlav avêtin wî û ziyaneke mezin dan wesayîtên karwanê li gel û bi naçarî navçe bicîh hêlan.
Basnews
