• Wednesday, 18 February 2026
logo

Enqere..Polisan destur neda çalekiya jina ya 8ê Adarê û gaza rundik rêj mudaxaleyî jinan kir

Enqere..Polisan destur neda çalekiya jina ya 8ê Adarê û gaza rundik rêj mudaxaleyî jinan kir
Li paytexta Tirkiyê yê Enqerê yê Platforma jinan xwest ku di çarçova 8ê Adarê roja jinên kedkar ên Cîhanê li ber derîyê şaredarîya Çankaya yê bi duruşma “Bi hevgirtinê em zirek dibin, Emê jiyanê bi rêxistin bikin mitingekê lidarbixe. Polisan destur neda mitingê û gaza rundik rêj mudaxaleyî jinan kir. Bi dehan jin hatin binçavkirin. Herwiha nuçegihana Ajansa Mezopotamya yê Diren Yurtsever jî bi hinceta nasnameya çapemenêyê nine hat binçavkirin.
Ji aliyê din ve destur ne hat dayîn ku çapemenî vê çaleki û mudaxaleyê bişupinin. Jina ji piştî mudaxaleyê li nezikî şaredarîyê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî anî.
Ji aliyê din ve li Çorlu ya navçeya bajarê Tekirdagê jî polisan mudaxaleyî çalekiya jina kir û 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin veguhastin muduryeta polisan ya Çorlu yê.


Waar.tv
Top