• Wednesday, 18 February 2026
logo

Jibo kujerê serokê Baroya Amedê bê eşkerekirin dîmenen roja bûyere hatin veguhastin derveyî welat

Jibo kujerê serokê Baroya Amedê bê eşkerekirin dîmenen roja bûyere hatin veguhastin derveyî welat
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di hevpeyvîneke de dîyarkir ku eşkerekirina kujere Tahîr Elçî jibo wan gelêk giringe û ji dest ve tekoşîne naberdîn.
Ozmen wiha got:”Ev dîmenen roja bûyere me jibo lekolîne şandin ji lijneyeka pispor re. Em dixebitin ku kujere Tahîr elçî derxin hole. Hinek dîmenen ve roja windane belê ev kar dibe hinek agahî bide me. Di dîmenan de gelek kesên bi çeka diberdin hene. Di we xebatede armanç eve ku ev guleya buyî sedema kuştina Elçî be eşkerekirin. Dibe ku ev kar 2-3 mehdî dî dawî bê û di encama ve de hejmara tawanbara dê bê kemkirin. Bi lekolînen deng û dîmenan gelek kuştinen li cîhane hatine eşkerekirin. Kuştina zarokek Filîstînî ji alîye leşkerek Îsraîlî ve jî bi vî şeklî hatibu eşkerekirin.’
Hejayê gotinêye serokê Baroya Amedê 28 çiriya paşî demê li ber minareya çarling daxuyanîyek dayî pevçun derketibû û Tathîr Elçî hatibû kuştin. Heta niha ti tawanbar ne hatine dîyarkirin an desteserkirin.

Waar.tv
Top