Şervanên Kurd ji eniya şerê DAIŞê berê xwe didin Efrînê
Berpirsekî Kurd û Rojavayê Kurdistanê pêşbînî dike şerê navxwe yê Sûriyê heta çar salên din berdewam be. Rojnameya New York Times a Amerîkî di raportekê de behsa bi hezaran şervan û fermandeyên Kurd ên nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike ku berê xwe dane Efrînê ji bo rûbirûyê êrîşên Tirkiyê bibin û berevaniyê li bajêr bikin. HSD ku bi însîyatîfa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye damezrandin, di kontrolkirina wan navçeyên Sûriyê ku DAIŞê di çar salên borî de dest danîbû ser wan rolekî serekî dît. Ji wan jî bajarê Reqa yê paytexta xelafetê.
Niha Hêzên Hevpeyman hewla jinavbirina şanên dawî yên DAIŞê li rojhilatê Çemê Firat heta bi sînorên rojavayê Iraqê didin. Raporta New York Times eşkere dike ku di operasyonên dawî de pişt bi çekdarên Ereb ên nav HSDê tê girêdan, lê herçiqas di warê hejmarê de piraniya HSDê pêk tînin, di warê rêxistinê leşkerî û şiyana lojîstîkî de, nagihin Kurdan.
Sêşemba borî, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Joseph Votel, HSD wek hêza “herî bi bandor” a bejayî dijî DAIŞê li Sûriyê binav kir û got: “Pêdiviya me bi wan e daku vî şerî temam bikin.” Lê berpirsên Amerîkayê dibêjin ku beşdarnebûna şervanên Kurd, şêwirmendên Amerîkî û çekdarên Ereb neçar kirine operasyonên paqijkirina navçeyê ji DAIŞê rawestînin û zêdetir berevaniyê bikin.
Endamê Serkirdayetiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, di daxwiyaniyekê de bo The Independent a Brîtanî, wê guhertinê piştrast dike û dibêje: “Berê em bûn ên êrîş dibirin ser DAIŞê, lê niha rojane şervanan ji dest didin û ji destpêka operasyonên Tirkiyê ve 170 qurbaniyên me hene.”
Raporta meydanî ya The Independentê pêşan dide ku DAIŞ li rojhilatê Sûriyê û rojavayê Iraqê xwe kom dike û dest bi tevgerê kiriye. Li gor berpirsê Rojavayê Kurdistanê, DAIŞê sûd ji wê yekê dîtiye ku hêzên Kurdî berê xwe dane Efrînê û wek derfet bikaranîne ku êrîşî navçeya Dêrezorê bikin.
Berpirsên ewlekariyê û leşkerî yên Koşka Spî û pisporên karûbarê Rojhilata Navîn hişyariya wê yekê didin ku ew helwêsta hêzên Kurdî ne tenê temenê şaneyên dawî yên DAIŞê dirêj dike, di heman demê de rê jî xweş dike daku bi sedan çekdarên biyanî yên DAIŞê berê xwe bidin rojavayê Sûriyê, Tirkiye yan jî Urdinê, herwiha metirsî jî heye ku vegerin Ewropayê.
Di warê asayîşa neteweyî de têkşikandina xelafeta DAIŞê mezintirîn destkefta Serokê Amerîkayê Donald Trump bû. Lê niha ji ber şervanên Kurd ên HSDê berê xwe didin Efrînê, metirsî li ser wê destkefta mezin çêbûye.
Di hefteyên destpêkê yên operasyona Tirkiyê de, du helwêstên serekî yên Amerîkayê hebûn, ji aliyekî ve hişyarî dida ku operasyona Tirkiyê pirsgirêkan ji hewlên DAIŞê yên rojhilatê Sûriyê re çêdike û ji aliyekî din ve digotin hejmara wan şervanên Kurd ên rojhilatê Sûriyê ku ber bi bakurê rojava bicîh dihêlin, ne zêde ye.
Lê baskê nîgeraniyê xwe bi ser civînên girtî û taybet ên fermandarên payebilind ên Artêşa Amerîkayê de kişandiye, di demekê de ku hewlên dîplomatîk ên Washingtonê di yek meha borî de nikarîne helwêsta Enqerê beramber operasyona Efrîn û derencamên wê biguherîne. Bêhêvîbûna Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya 22ê Sibatê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de derket holê, dema Berdevka Wezareta Derve Heather Nauert got: “Em careke din nikarin bi wî awayê bi dilê me bû şerê DAIŞê bikin.”
Heta niha nayê zanîn ka hejmara wan şervanên Kurd ku ji rojhilatê Sûriyê çûne bakurê rojava çiqas e. di daxwiyaniyekê de bo New York Timesê, pênc berpirsên leşkerî yên Amerîkî, balê dikşînin ser wê yekê ku şervan û fermandarên Kurd ên nav HSDê bikom ber bi Efrînê diçin. Hefteya borî Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş, eşkere kirk u di çend rojên borî de 250 şervanên Kurd hatine Minbicê.
Li gor amarên Artêşa Amerîkayê, nêzîka 50 hezar çekdarên HSDê hene, ji wan ji sedî 80ê Ereb in. Lê berpirsên Amerîkayê dibêjin ku rola şervanên Kurd di şerê DAIŞê de didîtin, gelekî mezintir bûye ji wê hêza wan a di nav HSDê de heye.
Meha borî hikûmeta Sûriyê û YPG li ser wê yekê lihev kirin ku hejmarek ji hêzên alîgirên Esed li hinek xalên sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê werin bicîh kirin, lê Aldar Xelîl dibêje ku hejmara hêzên Sûrî gelekî kêm e û ew pêngav jî zêdetir sembolîk bûye.
Berî êrîşên Tirkiyê, Rûsya li herîma Efrînê serdest bû, lê du roj berî êrîşên ser Efrînê, hikûmeta Rûsyayê biryar da ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne. Di daxwiyaniya Aldar Xelîl de jî wiha xwiya ye ku Rûsya bi ketina Efrînê razî bûye û vêna jî wek karvedanekê dibîne beramber çûna hêzên HSDê bo nav Dêrezorê û bêbeşbûna hêzên aligirên Esed ji mezintirîn kêlgehên petrolê yên Sûriyê.
Amerîka çeper bo Rûsyayê vala nake
Ji destpêka êrîşên ser Efrînê ve, Tirkiye dibêje piştî Efrînê dora Minbicê ye, lê Aldar Xelîl zehmet dibîne Tirkiye pêngaveke wiha biavêje, ji ber hêzên Amerîkayê li wê navçeyê bicîh bûne. Du hezar leşker û hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayê li Sûriyê hene. Beşek ji wan li Minbicê ne û sengerê navbera hinekan ji wan û hêzên alîgirên Tirkiyê çend metreyeke. Li ser mana hêzên Amerîkayê li Sûriyê, Aldar Xelîl wiha dibêje: “Bawer nakim Amerîka Sûriyê bo Rûsya bicîh bihêlim.”
Rudaw
