Serok Barzanî: destkeftên raperînê li ber çavin
Serok Barzanî bi minasebeta 27.mîn salvegera raparena mezin ya buhara 1991an yaxelkê Kurdistanê peyamek weşand ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê bexşîner û mîhreban
Di 27.mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê de hezaran silav bo giyana paqij a şehîdên rêya azadiya gelê me û silav ji Pêşmergeyên qehreman û hemû tekoşer û niştimanperwerên Kurdistanê re.
Raperîna buhara 1991ê li ser bingehê dest li xwe bernedan û nepejirandina zilim û dagirkeriyê ye. Destkeftên vê bûyera mezin diyar in û raperîn rawestgehek giran buhaye bo me hemûyan ku eşkeraye maf û azadî nayê bexş kirin, tê bidestanîn.
Herwaha tişta bi navê pejirandina bûdceyê ya 03.03.2018ê li parlamentoya Iraqê pêkhat, bi ronî aşkeraya binpê kirina şirîktî û rêkeftin û hewsengî û bingehên destûrê û çewsandineke bi plana darijandiye bo gelê Kurdistanê. Hêvîdarim ew reftare gelek rastî bo navxweyî Kurdistanê û derve aşkera kiribe û bê zanîn ku gelê Kurdistanê li gel çi hizir û aqil û çandekê jiyan dike. Dema wê hatiye ku ji bo bersiv ji wan kiryarên parlamentoya Iraqê re bê dayîn, hemû aliyên Kurdistanê li gel yek bicivin û biryarek guncaw û hevbeş bidin.
Bi boneya raperînê pêzanînên min bo xelkê Kurdistanê hene û bi dileke tejî sipasiyê dikim ku li hember dorpêç û givaş û dagirkeriyê bi serbilindî û berxwedan û bi vîneke ji pola gelê Kurdistanê rawesta.
Mesûd Barzanî
04.03.2018
