• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê dê helwesta xwe li dor pejirandina budceya Îraqê rabigehîne

Hikûmeta Herêmê dê helwesta xwe li dor pejirandina budceya Îraqê rabigehîne
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro komdibe û dê helwestê xwe li dor pesendkirina budceya îsal ya Îraqê rabigehîne.

Doktor Nurî Osman, serokê fermangeha hemahengî û lidûvçûnê li civata wezîran ji bo WAARê ragihand: Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê kombûna xwe ya asayî bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêmê pêkbîne û têda bas li hejmareka pirsan bike û helwestê xwe li dor pesendkirina budceya îsal ya Îraqê rabigehîne.

Got jî: Li gel budceyê dê sê babetên din di kombûnê da tên baskirin, ew jî yasaya çaksazîya xanenşînan, seredana serokwezîrê Herêmê ji bo Almanya û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê ne.

Waar,tv
Top