• Wednesday, 18 February 2026
logo

François Hollande: Rola Pêşmerge jibîr nakin

François Hollande: Rola Pêşmerge jibîr nakin
Serokê berê yê Fransayê François Hollande tekez kir, ew ti carî rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê DAIŞê de jibîr nakin.

Serokê berê yê Fransayê François di daxuyaniyekê de ji K24ê re amaje bi bandora hêza Pêşmerge di şerê Mûsilê de kir, ku çawa piştevaniya hêzên Iraqî kir.

Serokê berê yê Fransayê got jî: “Ez agahdarî aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de me, lê hêvîdar im di demeke nêzîk de bêne çareserkirin.”

Derbarê daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve, Hollande tekez kir, vekirina firokxaneyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê girîngiyek e û vekirina wan firokxaneyên bandoreke erênî li ser asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dike.

K24
Top