Artêşa Tirkiyê êrşeke berfireh li navçeyên Şiyê, Şera û Cindirêsê destpê kir
Di bîst û çar demjimêrîn derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê hêzeke zêde bi aliyê bereyên şer li Efrînê şand, ew jî piştî têkşikandina çend êrîşan ji aliyê YPGê ve.
Ji aliyekî din ve, medya nêzîkî YPG belav kiriye, ku şevê din şervanên YPG li herdu gundên Hemîklê û Hecîler yê Cindrêsê, operasyonek li dijî cihên hebûna artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê kirine û di encamê de 12 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 13 çekdarên din jî birîndar bûne.
Duh jî artêşa Tirkiyê ragihand ku hêzên wê karîne bajarokê Raco li bakurê rojavayê Efrînê kontrol bikin, lê YPGê ew nûçe red kir û ragihand ku hîn şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Tirkiyê de li wî bajarokî berdewam in.
Operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê ket roja xwe 45an de û heya niha jî bêtirî 200 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 welatiyên din jî birîndar bûne.
K24
