Dadgehê biryara cezayê zindanîkirina Baydemir hilweşand
Osman Baydemir ji aliyê Dadgeha Amedê ve bi hinceta ku di sala 2012an de dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû 'bêrêzî' li hember polîsên Tirkiyê kiriye, heta salek 5 meh û 15 rojan cezayê zindanîkirinê jê re hatibû dayîn.
Parêzerên Baydemir, Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebi serî li Dadgeha Dîlokê dan û diyar kirin ku biryara zindanîkirinê, ne li gor yasa û rêkarên hiqûqê ye.
Dadgeha Dîlokê li ser serlêdanê lêkolîn kir û biryar da ku cezayê zindanîkirinê were hilweşandin û Osman Baydemir cardin were dadgehîkirin.
Rudaw
