• Wednesday, 18 February 2026
logo

Medya Tirk: Piştî 100 salan em dîsa li Raco ne

Medya Tirk: Piştî 100 salan em dîsa li Raco ne
Operasyona Efrînê ev nêzîkî 2 mehan e, babeta sereke ya medya Tirk e. Agahdariya Artêşa Tirk, ku nehya Raco ketya destê wan, bû nûçeya yekem a medya Tirk.

Di sernivîsên xwe de medya Tirk dinivîse ku, Raco piştî 100 salan dîsa di destê Tirkan de ye. Ev sernivîs wekî nostaljiya Osmanizma Nû tê xwendin ku, navendên demokrat ûn li Tirkiye û welatên Rojava tînin ziman.

Medya Ewrûpayî destnîşan dike ku, medya Tirk rastiya Operasyona Efrînê nabêje. Kovara naskirî ya ingilîzî The Economist nivîsandibû ku, medya Tirk ligor nexşeya desthilata tevdigere û baweriya raya giştî bi babetên ku medya digre dest de kêm e.

K24
Top