Nêçîrvan Barzanî: Perensîpa hevparî û lihevkirinê di yasaya budceyê de hat piştguhkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîgeraniya xwe derbirî, ku bê daxwaza Kurd pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê li parlemantoya Iraqê hate diyarkirin, yasaya wê jî hat pesendkirin û perensîpa hevparî û lihevkirinê (tewafiqê) hat piştguhkirin.
Herwiha got, ew biryar gelekî cihê nîgeraniyê ye ji welatiyên Herêma Kurdistanê re. Cihê nîgeraniyê ye ku pişkê hatiye diyarkirin têrê nake ku mûçeyên karmemdan bi sîstema paşxistinê jî pê were dayîn.
Duh, Parlemantoya Iraqê projeyasaya budceya Iraqê pesend kir û ti daxwazeke Kurd di yasayê de cibicî nekir. fraksiyonên Kurdistanî rûniştina parlemantoyê baykot kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir jî, ji bo wê mebestê ew ligel partî û aliyan dicivin ji bo nerîna û hizra hemû aliyan werbigirin. Got jî, cihê xweşhaliyê ye ku hemû alî yekdeng bûn û li gor berjewendiyên partîtî serederî nekirin. Hêvî jî xwast ku li gor destûra Iraqê çareseriya pêwîst ji wê pirsgirêkê re bê dîtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, ev pirsgirêkên ku niha li Iraqê hene, ji encama piştguhkirina pêkhateyeke mezin bûye, bêgûman bi vî awayî jî Iraqeke aram nabe, merca yekem jî ew e divê li gor destûrê serderî bi pêkhateyên din re were kirin.
Herwiha ragihand, civîn hatin kirin û rûniştin ji bo pirsgirêkan çareser bikin. Heger pirs were kirin, ma pirsgirêk gihîştine dawiyê û çareserî nemaye? Nexêr, hîna bêhêvî nebûne û hêvî heye ku pirsgirêk bêne çareserkirin.
Derbarê civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Munchenê û berî wê li Davosê de got: “Me civînên baş kirin. Di nerîna wan de ew e ku hemû pirsgirêk niha û berî hilbijartinan nayin çareserkirin. Belkû tenê hewl ji bo pirsa firokxaneyan û mûçeyê hatine dan, ta niha ligel Serokwezîr li ser xetê ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û guftûgo bi dîtin û telefonan berdewam in û ta niha hêvî heye ku bikarin hin ji wan pirsgirêkan çareser bikin. heger hêviya çareserkirinê jî nema, bi ronî dibêjin.”
Li ser gotina Amerîkiyan ku dibêjin ew Herêmeke Kurdistanê ya bihêz dixwazin, Nêçîrvan Barzanî got: “Heger Amerîkiyan bibînim ji wan re dibêjim: Ma ev siyaseta ku hûn niha peyrew dikin, nîşana wê yekê dide ku hûn herêmeke bihêz dixwazin?”
Derbarê hinartina petrola Kerkûkê de ragihand, petrola Kerkûkê ya ji kêlgehên Bay Hesen û Avana dihat ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hate rawestandin, niha jî behsa wê yekê tê kirin ku bi rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê ew petrol di boriyên Herêma Kurdistanê re hinardeyî derve bikin, em jî ji rêkeftinê re amade ne.
Derbarê pabendbûna bi hevparî û lihevkirinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: Em bi wê binemayê pabend in, lê li gor derbaskirina yasaya budceyê diyar bû, Bexda ne pabendî wê binemayê ye û hevparî û berjewendiya welatiyên Kurdistanê ji wan re ne girîng in.
Rudaw
