• Wednesday, 18 February 2026
logo

DIŞIê êrîşê artêşa Iraqê kir

DIŞIê êrîşê artêşa Iraqê kir
Hat ragihandin ku li rojavayê Mûsilê endamên DIŞIê êrîşî noqteyeke kontrolê ya hêzên Iraqê kiriye û hat gotin ku ew êrîş ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye têkbirin û herwisa 2 endamên DIŞIê hatine kuştin.

Navenda Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li navçeya Badoşê ya bi ser parêzgeha Neynowayê terorîstên DIŞIê êrîşê noqteyeke kontrole kiriye û hêzên ewlekariyê yên Iraqê bi bersivdayîna xwe ew êrîş têkşikestine û herwisa li navçeyê operasyona paqijkirinê hatiye destpêkirin."

Herwisa hat ragihandin k udi encama wê êrîşa DIŞIê de 2 serkirdeyên rêxistinê hatine kuştin.

Top