• Wednesday, 18 February 2026
logo

Aydin Merûf: Kuştin li Kerkûkê zêde bûye

Aydin Merûf: Kuştin li Kerkûkê zêde bûye
Dixwazên navbera Kurd, Tirkiman û Mesîhiyan têk bidin.

Endamê mekteb siyasiya eniya tirkimanî Aydin Merûf diyar kir ku piştî bûyerên 16ê cotmehê û îxaneta ku li Kerkûkê hate kirin, rewşa vê bajarê bi temamî têkçûye û aloz bûye.

Aydin Merûf herwiha diyar kir ku ji 16ê cotmehê ve heta îro bûyerên dizîn, rifandin û kuştina xelkê li bajarê Kerkûkê gelek zêde bûne û polîs û çekdarên Îraqî yên ku li vê bajarêne nikarin ewlekarî û aramiya vê bajarê biparêzin.

Merûf herwiha diyar kir ku ew kesên ku hewl didin rewşa Kerkûkê aloztir bikin dixwazên têkiliyên navbera Kurd, Tirkiman, Mesîhî û Erebên vê bajarê têk bibin û pevçûn di navbera wan de çê bibe.

Top