Kamîran Haco: Amerîka derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bi erênî dibîne
Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê, Kamîran Haco ku niha bi serdanekê li Waşington a paytexta Aemrîkayê ye, tevlî bultena Rojava ya demjimêr 19:00an a televîzyona Rûdawê bû û li ser serdana şanda ENKSê ya bo Amerîkayê û hevdîtinên xwe bi rayedarên Amerîkî re axivî.
Kamîran Haco ragihand, îro Pênşemiyê wan weke şanda ENKSê bi Rêveberê Karûbarên Rojhilata Navîn, nûnerên ofîsa Brett McGruk û Berpirsê Karûbarê Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiyane.
Kamîran Haco got, wan li ser sê mijarên sereke bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîkayê re gotûbêj kir û got, “rewşa Efrînê, Rojhilatê Firatê û rêveberiya wê û planên Amerîkayê bo wê herêmê, danûstandinên Cinêvê û çareseriya siyasî ji bo rewşa Sûriyê”, ew mijar bûn ku wan bi berpirsên amerîkî re gotûbêj kir.
Derbarê stratejî û palana Amerîkayê ji bo herêma Rojhilatê Firatê û rola ENKSê di wê stratejiyê de jî, Haco got: “Dibe ku hêj zû be, ku mirov bêje Amerîkayê stratejiyek taybet ji bo rojhilatê Firatê heye, lê belê salek berî niha jî em hatibûn Waşingtonê û wê demê tiştek bi navê stratejiya Amerîkayê nebû û tenê fokus li ser şerê li dijî DAIŞê bû û diyar nebû, ku dê piştî DAIŞê li Sûriyê çi çê bibe û helwesta wan ne zelal bû, lê belê vê carê, cara yekem e ku em dibihîsin ku Amerîkî dibêjin, ji bo dema piştî DAIŞê pêwîst e tiştek hebe û hinek nêrîna wan a siyasî li ser herêmê niha tê xuyakirin.”
Kamîran Haco herwiha diyar kir, rayedarên amerîkî di hevdîtinên vê carê yên li gel şanda ENKSê de tekezî li ser “berfirehkirina nûneratiya xelkê di rêvebirina herêmên li rojhilatê Firatê de” kirin û bal kişandin ser wê yekê ku nabe rêveberiya herêmê di destê aliyekê de yan ser bi aliyekê tenê ve be, û got, ev yek xaleke giring civînên di navbera şanda ENKSê û berpirsên Amerîkayê de bûn.
Li ser pirsa, gelo Amerîka û rayedarên wê ji rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê heye û nakokiyên navbera hêz û aliyên siyasî agahdar e yan na, Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê da zanîn, ku “bêguman dewleteke mezin a weke Amerîkayê ji rewşa Rojava û nakokiyên ku di navbera hêzên wê de hene, agahdar e û bi başî dizane ku ENKS çi dixwaze û dizane ku aliyê din jî çi dike.”
Kamîran Haco destnîşan kir, ku wan mijara Pêşmergeyên Rojava û derbasbûna wan hêzan bo nav axa Rojavayê Kurdistanê bi rayedarên Amerîkayê re gotûbêj kiriye û ji wan re gotiye, ku ew yek ji daxwazên sereke yên ENKSê ye, daku hevsengiyek (balansek) li Rojavayê Kurdistanê pêk were.
Haco derbarê helwest û nêrîna aliyê Amerîkî li ser Pêşmergeyên Rojava de jî ragihand, “nêrîna wan erênî bû û ew çûna Pêşmergeyên Rojava bo nav axa Sûriyê û herêmên xwe bi pêngaveke baş dibînin.” Haco tekez kir, bi taybetî “tîma ofîsa Brett McGurk ji hemû rayedarên din helwesteke erênîtir derbarê meseleya Pêşmergeyên Rojava de hebû.”
Li ser pirsa, gelo Amerîka amade ye rêveberiyeke li herêma rojhilatê Firatê ava bike, ku ENKS jî têde beşdar be, yan jî di nava wê hêza nû ya ku dê li herêmê ava bike, Pêşmergeyên Rojava jî dê têde hebin, Kamîran Haco wiha bersiv da:
“Bêguman ev mijar li cem me, mijareke sereke ye, lê belê ew (amerîkî) pêkhatina wê yekê di çarçoveya lihevkirineke siyasî de dibînin. Kengê lihevkirineke siyasî çê bû, ew jî dibe beşek ji wê. Lê tişta ku wan (amerîkiyan) tekezî li ser dikirin, ev bû ku divê li rojhilatê Firatê nûneratiya her kes û aliyekê hebe. Ev yek helwesteke gelek giring e, û tê wê wateyê, tişta ku niha heye, têrê nake û pêwîst e ew nûneratî were berfirehtirkirin û ENKS jî weke hêzeke sereke tevlî rêveberiya herêmê bibe. Me bi giştî ew tişt ji rayedarên amerîkî fêm kirin. Stratejiyeke zelal ku xalên wê diyarkirî bin, me ji wan nedît, lê belê me karî em fêm bikin, ku vegera Pêşmergeyên Rojava dê bikeve di çaçroveya lihevkirina siyasî de.”
Kamîran Haco di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi hewlên dîplomatîk ên ENKSê li derveyî welat kir û got, piştî Waşingtonê di bernameya wan de heye, ku “serdana Brîtanya, Fransa û Fînlandayê bikin.”
Rudaw
