• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Azerbaycanê şewateke mezin: 30 kesan canê xwe ji dest da

Li Azerbaycanê şewateke mezin: 30 kesan canê xwe ji dest da
Li Azerbaycanê li navendeke rehabîlîtasyonê şewat derket û di encam de 30 kesan canê xwe ji dest da.

Li navendeke tedawîkirina kesên madeyên hişber bikar tînin a li navçeya Hatayî ya Bakûya paytexta Azerbaycanê şewat derket û di demek kurt de li hemû avahiyê belav bû.

Şewat hat vemirandin lêbelê hat ragihandin ku di encama vê şewata mezin de 30 kesan canê xwe ji dest da û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

basnews
Top