Li Kerkûkê Pêşmergeyek di mala xwe de hate kuştin!
Îro 01.03.2018ê çavkaniyek ewlehiyê li Kerkûkê ji malpera Şefeqnewsê re ragehand, hejmarek çekdarên nenas li taxa Kurdistanê ya bajarê Kerkûkê êrîş kirine ser mala hemwelatiyek ku Pêşmergeye û gule berdane wî û jiyana xwe ji dest daye.
Heman çavkaniyê aşkera kir, kesê hatî kuştin navê wî H.C ye û Pêşmergeye û li lîwaya 114 a wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye.
Piştî dagirkirina Kerkûkê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve kuştin û revandin û avêtina ser malan û dizî kirin li Kerkûkê bûye diyardeyek.
Basnews
