• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê hêzeke milîs li dijî Amerîka ava dibe!

Li Rojavayê Kurdistanê hêzeke milîs li dijî Amerîka ava dibe!
Hêzeke milîs li rojavayê Kurdistanê li dijî hêzên Amerîka ava bûye û gef li Amerîka dike.

Li gor torên civakî û çavkaniyên nûçeyên navxweyî yên Sûriyê behsa wê yekê dikin ku grubek çekdar a bi navê ‘’Berevaniya Mîllî li navçeyên Rojhilat’’ ku ala rejîma Sûriyê di nava logoya wan de heye û li dijî hêzên Amerîka, li rojhilatê çemê Firatê ava bûye.

Wê grubê di beyanameya damezrandina xwe de, gef li hêzên Amerîkî yên li navçeyê kirin û ragehand; ‘’Dê li dijî hêzên Amerîka yên dagirker û hevpeymanên wê şer bikin.’’

Di çarçoveya şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, Amerîka hêzek rêkiriye navçeyê ku serpereştiya wê û ya şer Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞê dike.

HSD hêzeke leşkeriye û bi piştevaniya Amerîka bo rizgar kirina navçeyên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê pêkhatiye. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PKKê yê rojavayê Kurdistanê ye, hêza serpereşt û serekî ya HSDê ye.

Basnews
Top