Sengawî: Eger Kurd bixwazin dikarin di 10 saetan de Kerkûkê werbigrin
Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re diyar kir ku Kurdan siyaseta cîhan, hêzên navdewletî û welatên cîran nekarîne bixwînin û ji ber vê li hember vê krîzê rûbirû mane.
Sengawî eşkere kir ku Kurd dikarin di nav 10 saetan de Kerkûkê werbigrin û amaje bi wê yekê kir ku eger Kurd li şûna diyalogê şer hilbijêrin, dê zirarê bibînin.
Endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî pêşbînî dike ku dê li herêmê şerekî mezin biqewime û Kurd bi zirareke herî kêm dê vegerin Kerkûkê û dibêje:
“Bihêzbûna DAIŞê li herêmê, aloziya navbera Îsraîl, Amerîka, Îran û welatên Kendavê, dibe ku şerekî bide destpêkirin. Dibe ku di encama bûyeran de ji bo Kurdan derfetên guncaw bo vegera Kerkûkê derkevin holê.”
Mehmûd Sengawî amaje bi wê yekê kir ku divê Kurd yekbûna xwe pêk bînin û got: “Divê em biryar bidin ku emê çi bikin.”
Sengawî diyar kir, ji ber ku li deverên nakokî Kurd di bin gefan de ne, dê tevlî hilbijartinan nebin û got: “Biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li ser deverên nakokî, xelet e. Divê Kurd nekevin xeletiya ku Erebên Sunî ketine wê xeletiyê. Hejmara wan kêm be jî, divê nûnerên Kurdan hebin. Boykotkirina hilbijartinan ji bo Ereb û Tirkmenan cihê kêfxweşiyê ye.”
Endamê Polîtburoya YNKê Mehmûd Sengawî eşkere kir ku malbata Talebanî hewl daye ku Berhem Salih vegerîne YNKê, lê bi ser neketine.
Li ser pirsgirêkên navxweyî yên YNKê jî Mehmûd Sengawî da zanîn: “Ez li aliyê Kak Kosret im, çimku dizanim ku ew mafdar e. Ne li aliyê Hêro Xan. Hêro Xan hevjîna Mam Celal e û ez rêz li ber wê digrim. Lê ji ber siyaseta şaş a ku Hêro Xan dimeşîne, YNK ketiye vê rewşê.”
Rudaw
