• Wednesday, 18 February 2026
logo

Putin: Em dikarin bi mûşekên nûkleer ên nû ve her cîheke cîhanê bidin!

Putin: Em dikarin bi mûşekên nûkleer ên nû ve her cîheke cîhanê bidin!
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di weşana zindî de gef li hemû cîhanê kirin. Putin ragehand ew dikarin bi mûşekên nûkleerî yên nû pêşxistine ve her cîheke cîhanê bidin û ti parastineke esmanî jî nikare li hember wê raweste.

Serokê Rûsyayê ragehand mûşekek parzemînî pêşxistine û ew mûşek xwedî taybetmendiya ku dikare her cîhekê cîhanê bide ye. Herwaha Putin ragehand, ti sîstemeke esmanî ya parastina bi mûşekan nikare li hember wê mûşeka wan a nû raweste.

Vladimir Putin got, mûşekek din a dawiya sala 2017ê pêşxistini ceribandine û ew sîstema mûşekên nû gelek pêşketiye û ti sîstemên mûşekî nikarin li hember vê çekê rawestin û midaxile lê bikin.

Putin got, wesayîtên bin avê yên bê mirov û bi mûşekên kruz ve wekî ku bên bikaranîn serikên nûkleer ên nû pêşxistine.

Herwaha ragehand, ew çekên Supersonik ji aliyê dijminê xwe ve nayê tespît kirin.

Putin got: ‘’Rûsyayê çekên ku ti welateke din heta naha pêşnexistine, bû xwediyê mûşekên wisa.’’

Basnews
Top