• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye: Amerika ji biryara NY tênegihiştiye

Gulan Media February 28, 2018 Nûçe
Tirkiye: Amerika ji biryara NY tênegihiştiye
Tirkiye bersiva Amerîkayê da û ragihand: Biryara Agirbestê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Efrînê derbas nabe.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy bersiva hevposta xwe ya Amerîkî Heather Nauertê da û got: ti bingeha daxûyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê nîn e. Amerîka ji naveroka giringtir ya biryara Neteweyên Yekgirtî an têneghiştiye an jî bi zanatî hewl dide rastiyê veşêre.

Berdevka Wezreta Derva ya Amerîkayê Heather Nauert di civîneka çapemeniyê de bibîrxist, ku biryara agirbesta Neteweyên Yekgirtî ya ji bo alîkariyên mirovî hatibû ragihandin ji bo Efrînê jî derbas dibe û divê Tirkiye bi awayek baş û careke din wê biryarê bixwîne.

Rudaw
Top