• Wednesday, 18 February 2026
logo

Berdevkê YNKê: Ebadî ji sozên ku dane Kurdistanê, poşman bûye!

Gulan Media February 28, 2018 Nûçe
Berdevkê YNKê: Ebadî ji sozên ku dane Kurdistanê, poşman bûye!
Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, serokwezîrê Heyder Ebadî ji sozên ku dane Herêma Kurdistanê, poşman bûye!

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre îro di civîneke rojnamevaniyê de da zanîn ku şandeka Kurdistanî, ku ji nûnerên partiyên siyasî û dezgehên hizrî pêk hatiye, diçe bajarê Necefê yê Iraqê û bi mezinên şîeyan re behsa çawaniya çareserkirina arîşeyên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.

Seidî Ehmed Pîre her wiha got, em neçar in vê yekê bikin ji ber ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, bi roj tiştekî dibêje bi şev poşman dibe!

Berdevkê YNKê anî ziman ku eger Ebadî hinek soz û mozan dide ew jî ji ber hilbijartinan e û dixwaze dengên xwe zêde bike, lê divê bizane eger sozên bicîh nehîne wê çaxê kurd û sunnî nahêle ew cardin bibe serokwezîr.

Basnews
Top