• Wednesday, 18 February 2026
logo

Macron: Lazime Tirkiye biryara NY cîhbicîh bike

Gulan Media February 26, 2018 Nûçe
Macron: Lazime Tirkiye biryara NY cîhbicîh bike
Macron dibêje biryara agirbestê bo Efrînê jî rewacdare.

Serokê Fransa Emmanuel Macron îro duşemê ji hevtayê xwe yê Tirk, Recep Tayyîp Erdogan re got ku herêma Efrînê jî di nav agirbesta Neteweyên Yekbûyî ya li seranser Sûriyê de cîh digire.

Macron di axaftina telefonî de, ji Erdogan re got ku divê bi xurtî rêz li agirbestê were nîşandan.

Ofîsa Macron herwiha ragihand ku Fransa rewşa mirovahî û laraîna çekên kîmyayî ji nêz ve dişopîne.

Tirkiyê ku meha çûyî dest bi operasyoneke ser Efrînê kiribû, îro duşemê polîsên taybet şandin wê herêmê ku şerê YPG’ê bike.

Top