• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN – Di 38emîn roja operasyonê de rewşa dawî

Gulan Media February 26, 2018 Nûçe
EFRÎN – Di 38emîn roja operasyonê de rewşa dawî
Di 38emîn roja êrîşa ser Efrînê de, hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê êrîş birin ser bajarokê Cindirêsê û hat ragihandin ku gelek zerar û ziyan gehiştiye mal û milkê welatiyên deverê.



Li gor medya nêzîkî YPG êrîş hatiye têkşikandin. Bajarokê Şiyê û herdu gundên Anqelê û Sinarê jî ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatine bordûmankirin.



Her wiha artêşa Tirkiyê ragihand ew nûçeyên ku dibêjin, esmanê Efrînê ji balafirên Tirkiyê re hatine girtin, ne rast in û bordûmana wan berdewam e.



Di 38emîn roja êrîşa ser Efrînê de, hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê êrîş birin ser bajarokê Cindirêsê. Li gor medyaya nêzîkê YPGê, hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê hewl dan ku êrîşî navenda bajarokê Cindirêsê bikin, lê ew hewl hat têkşikandin.



Li gor heman medyayê êrîşê ji aliyê gundê Bafelûrê ve dest pê kiribû lê hêzên YPG û YPJê ew êrîş têkşikandin û ziyaneke mezin gihandin hêzên êrîşker. Piştî têkşikandina wê êrîşê, balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirkiyê bajarokê Cindirêsê û derdora wê heta sibeha îro bombebaran kirin.



Her li devera Cindirêsê, medyaya nêzîkî YPG ragihand ku di operasyoneke taybet de, hêzên YPG û YPJ 8 kes ji serbazên tirk û çekdarên opozisyona Sûriyê li gundê Hecîlera kuştine.



Şeva borî, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bajarokê Şiyê û her du gundên Anqelê û Sinarê li heman deverê bombebaran kirin. Li devera Reco jî duh hêzên hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê tevahiya devera Meyda kontrol kirin û ala Tirkiyê li ser gundê Tepe Koyî bilindkirin.



Li devera Bilbilê, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re da zanîn ku di encama topbarana berdewam de, gundên Ipila, Qizilbaşa, Bêlê û gundê Ehmed Misto ku beşek ji Qizilbaşa ye ji nişteciyan vala bûne. Li gor heman çavkaniyê, balafirên cengê du caran derdora gundê Hesen Dêra ser bi Bilbilê v topbaran kirine.



Li devera Şera, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re got ku şeva borî bi dehan top li navenda bajarokê Şera ketine û di encam de zerar û ziyan gihiştiye her du malên Xelîl Îbiş û Xalid Mûsilî.

Rudaw
Top