Şandeka Kurdistanê diçe ba mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî
Parlamenterê kurd û endamê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê Macid Şingalî ji BasNewsê re got, du rojên din şandeka Herêma Kurdistanê dê serdana bajarê Necefê yê Iraqê bike û bi mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî re hevdîtin bike.
Macid Şingalî her wiha got, şanda Kurdistanê ku ji nûnerên partiyên siyasî û parlamenterên kurd pêk tê, dê bi Elî Sîstanî re behsa arîşeyên Hewlêr û Bexdayê bike û jê bixwaze di çareserkirina arîşeyan de rola xwe bilîze.
Wî parlamenterê kurd anî ziman ku divê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û got, ma nabe rewşa her wiha bimîne, divê arîşe bên çareserkirin.
Macid Şingalî da zanîn ku wî bihîstiye serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di demek nêzîk de serdana Bexdayê bike û bi rayedarên Iraqî re li ser çareserkirina arîşeyan hevdîtin bike.
Basnews
