Tirkiyê pêşwazî li biryara NY derbarê agirbesta li Sûriyê kir
Li gor kenala Skynewsê berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê ragehand ku, welatê wî pêşwaziyê li biryara encûmena asayîşa navnetewî dike.
Encûmena asayîşa navnetewî bi piraniya dengan pêşniyara agirbestê li Sûriyê bo dema mehekê pesend kir. Encûmena asayîşa navnetewî daxwaz kir ku, biryara agirbestê bi zûtirîn dem were cîbecîkirin û hemû aliyên şer pêbendbin.
Basnews
