“Artêşa Tirkiyê nêzîkî bajarê Efrînê bûye!”
Êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê derbasî roja 36an bû.
Malpera Rûsî ya Russia Today dibêje, hêzên Tirkiyê derbasî nav bajarokê Cindirê bûne ku tenê 20 km dûrî bajarê Efrînê ye.
Lê çavkaniyên nêzîkî YPGê dibêjin, şerekî giran li derdora Cindirê di navbera şervanên YPGê û hêzê Tirkiyê de didome.
Êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di demekî de didomin ku Encumena Asayişa Navdewletî duhî biryar da li devera Xuta Rojhilat ya Sûriyê û tevahiya Sûriyê mehekê agirbest were ragihandin.
Basnews
