Artêşa Iraqê: Em li Kerkûkê ne û emê DAIŞê û "cudaxwazan" bidawî bînin
Çalavanên torên civakî gellek wêneyên bingehên artêşa Iraqî li parêzgeha Kerkûkê belav kirine ku artêşê hêzên xwe ji wan kişandiye.
Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, ku xelkê Kurdistanê û piraniya xelkê Kerkûkê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan, hêzên Iraqî bi rêketin li gel çend serkirdeyekî YNK derbasî Kerkûkê bûn û wan serkirdeyên YNKê, sengerên başûrê wî bajarî û navçeyên Daqûq û Xurmatû û navçeyên din, radest Heşda Şeibî û hêzên Iraqî kirin û heya niha jî rewşa ewlehiyê li wan deveran tevlîhev e û aram nebûye.
Navenda ragihandina emnî, derengî şevê din di daxuyaniyekê de got: "Hin ji rûpelên torên civakî li ser internetê nûçeyên nerast û piropagendeyê belav dikin û behsa kişandina polîsên federalî û hemû hêzên din yên Iraqî ji Kerkûkê dikin, lê hêzên me venekişiyane û li ser erkên xwe berdewam in".
Fermandeyê hêzên dije terora Iraqê lîwa rukin Me'en Se'idî got: "Hêzên me li Kerkûkê ne û emê çekdarên DAIŞê û "cudaxwazan" bi dawî bînin heger hat û bizava têkdana rewşa emnî li parêzgeha Kerkûkê û derdora wê bikin".
Berpirsên Iraq gotina "cudaxwaz" ji bo wan Kurdan bikar tînin ku 93% ji wan di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, deng ji bo serxwebûnê dane.
K24
