CHP: AKPê bi pêvajoya aştiyê gelê Kurd xapand
Endamê Meclîsa CHPê Kaya pêvajoya aştî û çareseriyê ya ji aliyê deshilatdariya AK Partiyê ve hatibû destpêkirin bi bîr xist û got, “Hevdîtin li pişt deriyên girtî kirin. Şandeyên heyetên aqilmendan avakirin. Lê qet behsa çawaniya çareserkirina kêşeyê nekirin.”
Kaya axaftina xwe wiha dewam kir: “Li demeke ku tevahiya Tirkiyeyê li benda hatina rojên aştiyê bû, şaredar û parlamentarên hilbijartî xistin girtîgehan. Hat fahmkirin ku ti niyet û planeke AKPê ya aştiyê nîne. FETOyê AKP xapand, AKPê jî gelê kurd xapand.”
Waar.tv
