• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nûnerê Sûriyê: NY çavê xwe li hemberî êrişên li ser Efrînê digire

Gulan Media February 23, 2018 Nûçe
Nûnerê Sûriyê: NY çavê xwe li hemberî êrişên li ser Efrînê digire
Nûnerê Sûriyê yê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî li ser operasyona artêşa tirk a li dijî Efrînê helwesta welatên endamên NYê rexne kir û got, ‘NY çavê li êrişên ser Efrînê digire.’

Beşar Caferî di derbarê êrişên li ser Efrînê axivî û helwesta NY û civaka navdewletî rexne kir. Caferî got, 2NY çavê xwe li operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê digire. Herwiha çavên xwe li hember êrişên Îsraîlê yên ser Sûriyê jî digire.’

Caferî di derbarê Gutaya Rojhilat jî got, ‘Nayê qebûlkirin ku ji bo parastina terorîstên li Gutaya Rojhilat jiyana 8 milyon sivîlên li Şamê bikeve bin metirsiyê. Ew hêzên li Gutaya Rojhilat terorîst in.’

Basnews
Top