• Wednesday, 18 February 2026
logo

'Hin hêzên YPGê yên li rojhilat diçin Efrînê'

Gulan Media February 23, 2018 Nûçe
'Hin hêzên YPGê yên li rojhilat diçin Efrînê'
Berdevke Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got, ‘em dibînin ku hin hêzên YPGê li yên li aliyê Rojhilat derbasî Efrînê dibin.’

Mauert di derbarê êrişên artêşa tirk yên li ser Efrînê wiha axivî: ‘Tiştên ku li Efrînê rû didin fokusa li ser şerê DAIŞê belav dike û dide aliyekê din. Hin hêzên YPGê yên ku li rojhilat em bi hev re dixebitin diçin bo Efrînê, têkiliyên wan yên malbatî hene. Em weke berê nikarin bala xwe bidin ser şerê li dijî DAIŞê.’

Artêşa tirk ji 20 meha borî ve êrişî Efrînê dike û di encam de heta niha bi sedan sivîlan canê xwe ji dest daye.

Basnews
Top