• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG: Taxên Kurdî yên Helebê ketin bin kontrola Sûriyê

Gulan Media February 23, 2018 Nûçe
YPG: Taxên Kurdî yên Helebê ketin bin kontrola Sûriyê
YPGê aşkere kir, ji ber ku hêzên wan ji Helebê bo berevaniyê çûne Efrînê, daku rûbirûyê êrişên Tirkiyê bibin, taxên rojhilatê Helebê ketin bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê.



Fermandarê Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Helebê, Firat Xelîl di daxuyaniyeke nivîskî de aşkere kiriye, ku taxên Kurdî yên bajarê Helebê ketine bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê.



Fermandarê Giştî yê YPGê li Helebê amaje bi sedema kontrolkirina taxên Kurdî yên rojhilatê bajarê Helebê ji aliyê hêzên Sûriyê ve dike û dibêje, ji ber ku hêzên wan li Helebê bi armanca rûbirûbûna êrişên Tirkiyê û berevanîkirina li Efrînê çûne weê herêmê, taxên Kurdî yên Helebê ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatine kontrolkirin.



Firat Xelîl dibêje: “Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Jin li Helebê, ji destpêka êrişên li ser Efrînê ve heta niha bi erkên xwe rabûne û em di berxwedana serdemê de ya ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser Efrînê beşdar bûne.”



Fermandarê Giştî yê YPGê li Helebê herwiha daye xuyakirin: “Ji ber ku hemû cîhan li hember êrişên terorîstî bêdeng in, em weke Yekêneyên Parastina Gel û Jin li Helebê, me berê xwe herêma Efrînê, û ji ber wê jî taxên rojhilatê bajarê Helebê ketin bin kontrola rejîma Sûriyê.”



Her îro danê nîvro çavkaniyeke taybet ji bajarê Helebê ji Rûdawê re aşkere kiribû, hêzên Artêşa Sûriyê derbasî nav hinek taxên Helebê bûn ku berê di destê YPGê de bûn.



Heman çavkaniyê da zanîn, ku YPGê taxên Bustan Paşa, Hulluk, Heyderiyê û Benî Zêd radestî Artêşa Sûriyê kirine, lê taxa Şêx Meqsûd hêj di destê YPGê de ye û tekez kir, hikûmeta Sûriyê û YPG li ser Şêx Meqsûdê di danûstandinê de ne û pêşniyarek heye, ku YPG ji Şêx Meqsûdê derkeve û Asayiş lê bimîne.



Çavkaniyê navborî herwiha da xuyakirin, ku niha ala hikûmeta Sûriyê li taxên Bustan Paşa, Hulluk, Heyderiyê û Benî Zêd û Şêx Meqsûd bilindkirî ye.



Di heman demê de Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ku navenda wê li Londonê ye, îro ragihand, ku hêzên hikûmeta Sûriyê çûne nav wan taxên Helebê ku berê di destê YPGê de bûn.



Ji roja 20ê Çileya 2018ê ve êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser Efrînê dest pê kirine û heta niha berdewam in.

Rudaw
Top